• Monday, 23 February 2026
logo

Şandeke Awusturyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeke Awusturyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rojavayê Kurdistanê, roja Şemiyê 02ê Tîrmeha 2022an li bajarê Qamişlo, pêşwazî li şandeke Awusturya kir.

Şanda Awusturyayî bi serokatiya Parlamentera Partiya Keskan Ewa Dziedzic û lêkoler û akademîsyen Thomas Schmidinger bû.

Her du aliyan li ser çend mijarên wek pêwendiyên her du aliyan, şerê terorê, gef û êrîşên Tirkiyê, alîkariya navçeyên Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin.

Her wiha mijara bandora nerênî ya girtina Deriyê sînorî ya Til Koçerê jî mijareke girîng a hevdîtinê bû û rewşa Kampên Hol û Roj û malbatên çekdarên DAIŞê jî hate gotûbêjkirin.

 

Top