• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Serokwezîr li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 3ê Tîrmehê me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Karl Harris kir.

Di civînê de me behsa pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê, pêşhat û guhertinên rewşa Îraq û Sûriyeyê kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina hemahengiya navbera hêzên pêşemrge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstan û dabîn kirina aramiya Îraqê kir.

Reformên nava wezareta pêşmerge û girîngiya dom kirina piştîvaniya hêzên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge mijareke din yê civînê bûn.

Top