Hejmara kursiyên PDKê zêde dibin!
Li gor wan zanyariyên BasNewsê ji saziya helbijartina aliyan ve bidest xistiye û zanyariyên ne fermî ne, piştî bi hûrgiliya temam a hejmartina dengan, hejmara dengên PDKê ji 735,886 an û bi wan dengan ve PDK 45 kursiyan bidest dixe. Lê dengên YNKê 350,053 deng e û 21 kursiyan bidest tîne.
Herwaha hat zanîn li gor heman zanyariyan, Gorran 200,590 deng bidest xistiye ku dike 12 kursî, Nifşê Nû 138,328 deng bidest aniye û dike 7 kursî, Eniya Islah 84,390 deng bidest aniye û bûye xwediyê 5 kursiyan û lîsteyên Serdem û Azadî jî her yek ji wan yek kursî bidest xistiye.
Li gor wan encamane be, PDK bi asanî dikare piraniya parlamentoyê pêkbîne û di babeta pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de dest vekirîtir be.
Encamên dawî yên helbijartinê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê ve bi fermî nehatine ragehandin û bendewarî hene ku îro 20.10.2018ê encam bên ragehandin.
Basnews
