Ehmed Turk: Emê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê
Ehmed Turk ji K24ê re got: “Di pêvajoyek gelekî girîng, zehmet û alozî re derbas dibin. Îro dewleta Tirk dixwaze dengê Kurd jinav bibe. Em jî dixwazin li hemberî vê zulmê ji bo aştiyê, demokrasî û mafê gelê Kurd careke din em dengê xwe bigihînin hemû dunyayê.”
Got jî: “Heta îro gelek berdêl hatin dan, lê em dixwazin siyaseteke demokratîk ava bibe û li ser rexnê demokrastiyê siyasetê bimeşînin, ew kêmasiyên ber hatine pêşiya me, em wan di ber çav re derbas bikin û siyaseteke gelêrê bimeşînin, armanca me ev e. Dizanin bandora zîndan û qeyûman li ser Kurdan xirab e, lê gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe bi paş ve venakişin.”
K24
