CEK: 4 welatî hatine girtin
Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê girtina du welatî û 2 karmendên asayîşê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya civata ewlekariya Kurdistanê de hatiye nivîsandin ku di çarçoveya operasiyonên dijî gendelî û karên derqanûnî de, operasiyonek li dijî tîmeke dizîna petrolê bi hevkariya civata ewlekariya Kurdistanê û birêveberatiya asayîşê hatiye lidarxistin.
Di encama operasiyona han de 2 welatî û du karmendên asayîşê hatine binçavkirin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku vê piştî lêkolînên seretayî ew her çar kesên han bo darizandinê ji dadgehê re werin şandin.
