• Monday, 16 February 2026
logo

Îran sê welatiyên din yên Kurd darve kir

Gulan Media October 19, 2018 Nûçe
Îran sê welatiyên din yên Kurd darve kir
100 girtiyên din li benda derve kirinê ne
Di çarçoveya prosesa derde kirina welatiyên Kurd de li Îranê, îro sê welatiyên din ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darde kirin.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Kurdistanê belav kir ku îro li bajarên Meraxe, Îsfehan û Îlamê de sê welatiyên din yên Kurd bi tawanên curbicur ji aliyê rejîma Îranê ve hatine derdekirin.

Navenda mafên mirovan herwiha diyar kir ku zêdetir ji 100 girtiyên din yên Kurd yên ku niha di girtîgehan dene, biryara derde kirinê ji wan re hatiye dayîn.

Top