Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 30 rojnamevan hatine desteserkirin û 16 jî hatine girtin
Li gor rapora Parlamenterekî Partiya Gel a Komarî (CHP) di meha Hezîranê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 65 rojnamevan hatine darizandin, 30 rojnamevan hatine desteserkirin û 16 rojnamevan jî hatine girtin.
Di van demên dawî de zext û guşara li ser rojnamevan û saziyên ragihandinê yên ne girêdayî desthilatê zêde bûne.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Utku Çakiroz raporeke bi navê “Rapora Azadiya Ragihandinê” ya meha Hezîranê belav kiriye û bal kişandiye ser wan rojnemavanên ku ji ber karê xwe hatine girtin û desteserkirin û saziyên ragihandinê yên ji ber karê xwe rûbirûyê astengiyan dibin.
Çakiroz di rapora xwe de dibêje, meha Hezîrana îsal li bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 rojnamevan di dema şopandina bûyerên xwepêşandanan de li ser karê xwe hatine desteserkirin, bi giştî 65 rojnamevan hatine darizandin û 16 rojnamevan jî hatine girtin.
Parlamenterê navborî destnîşan kiriye ku di heman mehê de bo 6 kanalên radyo û televîzyonê ji sedî 3 cezayê pereyan hatiye dayîn û dibêje, “Di roja dawî ya meha Hezîranê de jî malperên înternetê yên DW Tirkî û Dengê Amerîkayê bi hinceta ku lîsans wernegirtine bi yekcarî hatine astengkirin.”
Ev di demekê de ye Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de 8ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke hemwext de bi ser gelek malan de girtibûn û Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş jî ligel 21 rojnamevanên Kurd desteser kiribûn, piştre di 16ê Hezîranê de 16 ji wan rojnamevanan bi biryara dadgehê hatin girtin ku sedem jî tenê karê wan ê rojnamevaniyê bû.
