Li Silêmaniyê jî cihên firotina çekan hatin girtin
Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo girtina cih û meydanên firotina çekan, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser vê biryarê ragihand, hemû dikan û bazarên ku çekan difiroşin, tên girtin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gor rênimayên Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê:
Yekem: Ji îro 30ê Hezîranê ve, bi rêya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê û yekîneyên îdarî yên parêzgeha Silêmaniyê, hemû dikan û bazarên ku çekan difiroşin, ew ê bêne girtin û hemû danûstandinên bi çekan re, dê werin rawestandin.
Duyem: Komîteya Aştiyê ya Hevbeş di nava yekîneyên îdarî de, weke her carê ji bo desteserkirina çekên qaçax li bajaran û li derveyî bajaran xalên kontrolê danîn.
Sêyem: Her welatiyekî ku bi çekê bê ruxset serdana saziyan û her cihekî din bike, demildest dest bi ser çekê wî de tê girtin.
Parêzgar Heval Ebûbekir, tekez kir ku hemû yekeyên îdarî û dezgehên pêwendîdar ji bo karên pêwîst hatine erkdarkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 30yê Hezîrana 2022yan di peyamekê de ragihand: “Îro min ferman da Wezareta Navxwe da ku hemû dikanên çekan bên girtin û hemû çekên neyasayî bên desteserkirin, da ku êdî nebin gef li ser jiyana mirovan.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: "Em ê ewlekariya gel û welatê xwe nekin qurbana xirabkar, qaçaxçî û firsendperestan. Ez bang li gelê Kurd dikim ku çekên qaçax radestî hikûmetê bikin û beşdarî proseya paqijkirina Kurdistanê ji çekên neyasayî bibin. Mijara bazirganiya çekan dê ji nû ve bên birêxistinkirin. Ez dadgehan jî dilniya dikim ku em ê bi her awayî piştevaniya wan bikin.”
