• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan pêbendiyên xwe yên qanûnî cîhbicîh kiriye

Mesrûr Barzanî: Kurdistan pêbendiyên xwe yên qanûnî cîhbicîh kiriye

Dibêje lazime hikûmeta federalî weke beşek ji federaliya Îraqê li hember Kurdistanê tev bigere.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 30 Hezîranê me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê li Îraqê birêz Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hantt jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên Îraqê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.

Em her du li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî  bi taybetî kêşeyên taybet bi petrol û gazê li ser esasê destûrê hemfikir bûn.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe di çarçoveya destûrê de cîhbicîh kiriye û lazime hikûmeta federalî jî rêz ji mafên destûrî yên herêmê bigire û weke beşeke ji sîstema federalî li hember herêma Kurdistanê tev bigere.

Herwiha me ev yek dubare kir ku herêma Kurdistanê hertim amadeye bo giftûgo kirin û gehêştin bi rêkeftinek ku têde maf û şayisteyên destûrî yên herêmê parastî bin û di berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be.

Top