• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî: Lazime tevahiya aliyan rêz ji destûr û pêgeha herêmê bigirin

Serok Barzanî: Lazime tevahiya aliyan rêz ji destûr û pêgeha herêmê bigirin

Li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hannt jî têde beşdar bû, behsa pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraqê, astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û hewlên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Di civînê de Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime aliyên siyasî pêbendî prensîbên şeraket, hevbeşî û hevsengiyê bin.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku lazime Îraq û tevahiya aliyên din rêz ji destûra bingehîn ya Îraqê û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê bigirin.

Top