• Monday, 23 February 2026
logo

Sekreterê NATOyê derbarê PKKê û endamtiya Swêd û Fînlandê de axivî

Sekreterê NATOyê derbarê PKKê û endamtiya Swêd û Fînlandê de axivî

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku, beriya hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi Serokkomarê Fînlandê Saulî  Niinisto û Serokwezîre Swêdê Magdalena Andersson re derbarê mijara endamtiya gengaz a Swêd û Fînlandê bo NATOyê pêşketinek dixwazin lê “Ji bo ti tiştekî nikarim soz bidim.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di çarçoveya vekirina foruma Lûtkeya NATOyê ya ku li Madrîda paytextê Îspanyayê tê lidarxistin de axavtinek kir û bersiva pirsan da.

Li ser pirsa derbarê serlêdana Swêd û Fînladê bo endamtiya NATOyê Stoltenberg diyar kir ku ev serlêdanên dîrokî ne û endamtiya gengaz a herdu welatan dê hem ewlehiya van welatan hem jî ewlehiya NATOyê zêde bike.

Stoltenberg destnîşan kir ku dema welatên nû tevlî NATOyê bibin divê fikarên ewlehiyê yên hevpeymanan li ber çavan bên girtin û wiha berdewam kir “Tirkiyê derbarê mijarên wek terorê de fikarên cidî anî ziman. Em hemû dizanin ku tu welatekî NATOyê bi qasî Tirkiyê ji êrîşên terorê zirar nedîtiye. Bi hezaran kes mirin. PKK û komên din ji van êrîşên terorê berpirsyar in. PKK rêxistineke terorê ye. Ne tenê gelek endamên NATOyê, Yekîtiya Ewropayê, Fînland û Swêd jî PKKê wek rexistina terorê panase dike. Em ê bi Tirkiyê re rûnin û li ser wê yekê bipeyivin ku ji bo têkoşîna li dijî terorê çawa dikarin tiştên zêdetir bikin biaxivin.

Herwiha Stoltenberg got “Ez ji bo ti tiştekî soz nadim. Ez tenê dikarê vê yekê bibêjim. Ez gelek caran bi Serokkomar Erdogan, Serokkomarê Fînlandê Niinisto û Serokwezîra Swêdê Anderson re axivîm. Em dê îro dîsa hevdîtin bikin. Hêvîdarim pêşketin bidest bixin. Ka em pêşî hevdîtin bikin paşê em dê agahiyan bidin.”

 

Rudaw

Top