• Monday, 23 February 2026
logo

Di klûbeke şevê de 17 kes mirî hatin dîtin

Di klûbeke şevê de 17 kes mirî hatin dîtin

Li bajarê Lodona Rojhilat a li welatê Afrîqaya Başûr di klûbeke şevê de 17 kes mirî hatin dîtin.

Bûyer li Klûba şevê ya Enyobeni ya li Scenery Parkê ku 3 kîlometran ji navenda bajêr dûr e, qewimiye.

Berdevkê Polîsê Rojhilatê Cape, Tembinkosi Kinana piştî bûyerê di saetên serê sibê de got, “Polîsên Afrîqaya Başûr termên 17 kesan li klûbeke şevê ya li Scenery Parka li Londona Rojhilat dîtin.”

Kinana diyar kir ku derbarê mijarê de polîs lêpirsîna xwe didomîne û got: “Di saetên serê sibê de îxbarek ji me re hat dayîn û niha derbarê bûyerê de lêkolîn tê kirin. Ji ber ku lêpirsîn berdewam dike, em nikarin texmînek ji bo niha bikin.”

Hat destnîşankirin ku hîn zû ye sedema mirina qurbaniyên 18 heta 20 salî were diyarkirin.

Li gor nûçeya di çapemeniya Afrîqaya Başûr de, hat ragihandin xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, dema ku ew nûçeya xemgîn bihîstin, ber bi cihê bûyerê ve birêketin.

 

 

Rudaw

Top