• Monday, 23 February 2026
logo

Dayika Sîmav: Keça min a 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin

Dayika Sîmav: Keça min a 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin

i navçeya Girkê Legê ya ser bi Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê, keçeke 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin, malbata wê daxwaza vegerandina keça xwe dike. Dayîka wê keçekê Meiwa Osman dibêje: “Keça min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin. Me li Asayişê û navenda Ciwanên Şoreşger doz tomar kiriye.

Mihemed Zekî Mistefa, bavê keça 14 salî ya bi navê Sîmav ji Rûdawê re got, ji dawiya meha yekê ya îsal ve keça wî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha ew çarenivîsa wê nizanin.

Mihemed Zekî ji Rûdawê re got, keça wî xwendevana pola 9an bû, ji pêşiya dibistanê hatiye birin.

Bi gotina bavê Sîmav, ew çûne navendên Ciwanên Şoreşger, Asayiş, Ofîsa parastina zarokan û gelek cihên din ên rêveberiya Xweser lê hîn tiştekî li ser keça xwe nizanin.

Dayîka wê Meiwa Osman jî beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Keça min îsal bi rêya Ciwanên Şoreşger hate revandin. Keça min hevala xwe ya bi navê Rojîn Şahîn dema diçin dibistanê têne revandin. Piştî 2 mehan Rojîn vegeriya, lê heta niha jî keça min nehate vegerandin. Rojîn Şahîn ji bavê xwe re gotibû ew li ba hevalan e.”

Meiwa Osman ji aliyên peywendîdar daxwaza vegerandina xwe dike û dibêje: “Cihê zarokan ne leşkerî ye, lê dibistan in. Keça min xwendekar e, welat xwendekaran tê avakirin, ne bi leşkeran tên avakirin.”

 

Rudaw

Top