• Monday, 23 February 2026
logo

Li Urdinê di teqîna tankerekê de 13 kesan canê xwe ji dest dan

Li Urdinê di teqîna tankerekê de 13 kesan canê xwe ji dest dan

Li Urdinê ji ber teqîna tankereke gazê zêdetirî 13 kesan canê xwe ji dest dan û 250 kesên din jî birîndar bûne.

Li Bendera Eqebe ya Urdinê, duh Duşemê krênekê dema ku tankera klorê helgirtibû ku di nava keştiyekê de deyne, ket û teqiya û dumaneke zer a jehrawî jê derket.

Di encamê wê teqînê de 13 kesan canê xwe ji dest dane û 250 birîndar bûn.

Di parçe vidyoyêkê de, kêliya teqînê derdikeve û karker ji ber dumanê direvin diyar dibin.

Li gor medyaya fermî ya Urdinê, heya niha nêzîkî 200 kes li nexweşxaneyan çareseriyê werdigirin.

Berpirsê saziya tendirustiya Eqebe, Cemal Ubêdat daxwaz ji xelkê kir ku di malên xwe de bimînin û derî û pencereyan bigirin.

 

Rudaw

Top