• Monday, 23 February 2026
logo

Behmen Kak Ebdula: Heta ewên xwe naçemînin hebin ti hêzek nikare îradeya xelkê Kurdistanê bişkîne

Behmen Kak Ebdula: Heta ewên xwe naçemînin hebin ti hêzek nikare îradeya xelkê Kurdistanê bişkîne

Endamê Parlamentoya Kurdistanê li hember karê çend medyayekî ku dixwazin morala xelkê bişkînin û dijî Herêma Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê dijminan teşfîq dikin got: Heta ewên xwe naçemîninmabin ti hêzek nikare îradeya xelkê Kurdistanê bişkîne.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona PDKê Behmen Kak Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji êvari ve hin medyayên diyar, bi raport û vîdeo û nivîsan ve dest bi helmeteke Iraqçîtiyê û cehştiyê û serşoriyê kirine û hemû rêyên teslîmbûn û xwe çemandin ji bo dijminên kurd û Kurdistanê dikin.’’

Herwaha got: ‘’Hêza welatekî ku xwe di navxwe bi girêye bi hezaran pirsgirêkên wê heye, naha piştî 7 mehan li helbijartinê, nekarîne hikûmetekî pêkbînin. Tu jî medyayekî ku bi hesab kurdî bî û piştevaniyê li wan bikî û hez bikî ew bên Kurdistanê dagir bikin. Lê hin de pirsgirêk jî nîne ji ber di hemû dirêjayiya dîrokê de cehş û kesên xwe di çemînin hebûne.’’

Behmen Kak Ebdula diyar kir: ‘’Ji bo wan propagandayên ku belav jî dikin û ew pirsên ji xelkê dikin, gelo amadene berevaniyê bikin? Ez dibêjim bûyerên piştî 16ê cotmehê şahid in, berdewam xelkê Kurdistanê amadeye ji bo berevanî kirin û xwe feda kirinê.’’

 

 

Basnews

Top