Amerîka êrîşa li ser Kormorê şermezar kir
Wezareta Derve ya Amerîka îro roja yekşemê 26.06.2022an zincîre êrîşên mûşekî yên li ser kêlgeha gazê ya Kormorê li parêzgeha Kerkûkê şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de got: "Amerîka li gel hevkarên xwe ye di şermezarkirina berdewamiya êrişên mûşekî û hawanê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê, ji wan sê êrişên ser binesaziya neft û gazê li ser sînor di çar rojên borî de."
Wî got ku ev êrîş ji bo têkbirina aboriyê hatine çêkirin, û herwiha hewl didin ku serweriya Iraqî têk bibin û tovê parçebûn û tirsandinê biçînin.
Wezareta Derve tekezî li ser pêwîstiya lêkolînkirina êrîşan û dadgehkirina berpirsan kir û di dewamiyê jî de got: ‘’Em ê dê berdewam bin li gel gelê Iraqî û hevkarên wan ên li Herêma Kurdistanê, li hember tundûtûjîya bi vî rengî ya ku nayê qebûl kirin û dê berdewam bin li ser hemû derfetekê bo piştevanîkirina ewlehî û aramiya Iraqê.’’
Basnews
