• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta Rewşenbîrî: Em ê tedbîrên tund yên yasayî bigrin

Wezareta Rewşenbîrî: Em ê tedbîrên tund yên yasayî bigrin

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nameyekê fermî arasteyî hemû dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê kir û tê de hişyarî da û ragihand, eger gotarek li dijî statuya Herêma Kurdistanê belav bikin, dê rêkarên tund ên yasayî li dijî wan were kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em ji hemû dezgehên ragihandinê û portalên wan ên elektronîkî re radigihînin ku xwe ji weşandina her gotarek ku li dijî statuya Herêma Kurdistanê ye û tirs û gumanê li ser aramiya herêma me çêdike, dûr bixin, ji ber ku belavkirina van gotaran ne di çarçoveya azadiya derbirînê de ye.Di rewşa hestiyar a niha de, Herêma Kurdistanê weke pêkhate rûbirûyê gelek rêbazên dijminatiya metirsîdar ji aliyê dijberên xwe ve bûye."

Wezareta Rewşenbîrî got, "Di vê demê de ev reftarên neberpirsane ji aliyê her dezgeheke ragihandinê ve dûrî yasa û mantiqê ye û berovajî maddeya 3 - xala 3 ya yasaya Rêbernameya Rênîşandana frekansî ya fezayê li Herêma Kurdistanê ye.

Top