• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê Franseyê civiya

Serok Barzanî li gel Konsulusê Franseyê civiya

Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Kurdistanê û Franseyê û peywendiya telefûnî ya meha derbasbûyî ya navbera Serok Barzanî û Macronê de hate kirin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser rewş û prosesa siyasiya Îraqê û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.

Rewşa Sûriye û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê mijarên din yên vê civînê bûn.

Top