Îsraîlê biryara hilweşandina parlamentoyê da
Hikûmeta Îsraîlê biryara hilweşandina parlamentoya wî welatî da û dê bo pêncemîn car di nava 4 salan de hilbijartinên giştî li Îsraîlê bên lidarxistin.
Serokwezîrê Îsraîlê yê niha Naftali Bennett roja Duşembê 20ê Hezîrana 2022an piştî gelek hewldanên ji bo rizgarkirina kabîneyê ev biryara hikûmeta xwe aşkere kir û ragihand, parlamento dê were hilweşandin û Îsraîl dê ber bi pêncemîn hilbijartina xwe di nava kêmtir ji 4 salan de biçe.
Bennet di gotareke televîzyonî de ragihand, wî û Yair Lapid wezîrê derve biryar dane ku parlamento bê hilweşandin û bi hev re kar bikin ji bo lidarxistina hilbijartineke pêşwext.
Bennet got: Ez û hevalê xwe Yair Lapid Wezîrê Derve yê Îsraîlê me biryar da ku em bi hev re kar bikin ji bo hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartineke pêşwext di demeke diyarkirî de. Herwiha, radestkirina desthilatê û piştrastbûn ji berjewendiyên netewî yên dewleta Îsraîlê. Heya hilbijartinan ev hikûmet dê berdewam be.
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha behsa wê yekê jî kir, hêsan nebûye ji bo wan ku dest ji hikûmetê berdin û kabîenyê hilweşînin, û tekez kir, ku ew yek di berjewendiya netewî ya dewleta Îsraîlê de ye.
Piştî biryara hilweşandina parlamentoyê û li gor rêkeftinekê, dê Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid cihê xwe biguherin, Lapid dê bibe Serokwezîr û Bennet dê bibe Wezîrê Derve û ev rêkeftin dê heya dema hilbijartinan berdewam be.
Tê çaverêkirin di Cotmeha îsal de pêncemîn hilbijartin li Îsraîlê bê kirin.
Ev pêngav dibe ku bibe sedem Benjamin Netanyahu careke din bikaribe serokatiya hikûmeta Îsraîlê werbigre.
Benjamin Netanyahu ku pêşbîniya hilweşana kabîneya Bennet kiribû, pêşwazî li wê guhertinê kir û ragihand, ew dê careke din vegere desthilatê û li gel aliyên rast û mezhebî dê rûmeta neteweyî ya Îsraîliyan vegerînin.
Biryar e heftiya dahatî parlamentoya Îsraîlê deng li ser hilweşana xwe bide û eger hate pesendkirin, dê kar ji bo hilbijartinên pêşwext bihê kirin.
Rudaw
