• Monday, 23 February 2026
logo

Li navçeyeke Rêveberiya Xweser 13 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Li navçeyeke Rêveberiya Xweser 13 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

 Li sînorê parêzgeha Reqayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 11 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA di nûçeyeke bilez de ragihand, Li Reqayê di "êrîşeke terorîstî" bo ser otobusekê de 11 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, di êrîşê de herwiha 2 sivîl hatine kuştin û 3 leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, êrîş li Cebel Buşra ya li gundewarê Reqayê pêk hatiye.

Hêj nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê çi aliyekî ve hatiye pêkanîn.

Ti aliyekî berpirsyariya êrîşa bo ser otobusa artêşa Sûriyê ya li Reqayê li xwe negirtiye.

 

Rudaw

 

Top