• Monday, 23 February 2026
logo

Li Cizîrê jin pêlîstoka 'Zîn' çê dikin û dişînin çend welatan

Li Cizîrê jin pêlîstoka 'Zîn' çê dikin û dişînin çend welatan

Komek jinên navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê bi şêwazê hunandinê pêlîstoka bi navê “Zîn” çê dikin û bo welatên din jî difroşin.

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve li Navenda Alîkariya Malbatê, hejmarek jin bi destan pêlîstoka Zîn bi benên organîk û bi sîxan dihunin û dişînin welatên wek Iraq, Îran û Almanyayê.

Rêvebera navendê, Hayriye Gonul Yalazan dibêjem wan navê pêlîstoka xwe ji Destana Evînê ya Mem û Zîn wergirtiye û bi vê yekê çanda herêma xwe bo hemû cîhanê didin nasandin.

Hayriye Gonul Yalazan got, “Niha ji gelek parêzgehên Tirkiyê daxwaz heye. Lê armanca me zêdekirina firotina li welatên Ewropayê ye. Em li ser hesabê xwe yên medya civakî daxwaza werdigrin û dişînin. “

Jinên ku li navendê nêzîka salekê ye pêlîstokê çêdikin dibêjin wek şêwaz ji wan re nû bû lê piştî ku fêr bûne di hefteyekê de yek pêlîstokê dikarin çêbikin.

Gurbet Çapan, yek ji endamên navendê dibêje, “Destpêkê çêkirina wê ji min re gelekî zehmet bû lê niha ez bi kêfxweşî çêdikim. Bi destê xwe berhemanîn hestekî xweş e.”

Gulizar Çetin enndameka din a navendê jî dibêje, “Em bi keda destê xwe alîkariya malbata xwe dikin û hem jî bo naskirina jinên din derfetek e.”

Li Navenda Alîkariya Malbatê ya Cizîrê, 11 kurs û 11 mamoste û 172 jinên ku fêrî karê dest dibin hene û pêlîstoka bi navê Zîn bi 600 lîreyan tê firotin ku dike nêzîkî 34 dolaran.

 

Rudaw

Top