• Monday, 23 February 2026
logo

Jinekê li Amedê otêleke kevokan vekir

Jinekê li Amedê otêleke kevokan vekir

 Jineke ku 25 salan li Stenbolê kevok xwedî dikirin, mala xwe bar kir û li bajarê Amedê otêla kevokan ava kir. Ew di vê otêlê de 700 kevokan xwedî dike. Hem ew û hem jî kevokvanên Amedê ji vekirina otêlê gelek kêfxweş in. Lewre ew bi vê otêlê pere qezenç dike û kevokvan jî ji bo kevokên xwe cihekî xwedîkirinê peyda kirine.

Zuhal Erat hemû jiyana xwe daye ser xwedîkirina kevokan. Wê li Stenbolê 25 salan kevok xwedî kirine û du meh berê jî li Amedê otêleke kevokan ava kiriye.

Otêla kevokan di binê pirê de ava kiriye û ji bo kevokan 20 pînk ango ode çêkirine. Niha amediyên ku nikarin li mala xwe kevokan xwedî bikin vê otêlê ji kevokên xwe re bi pere kirê dikin.

Xwediya Otêla Kevokan Zuhal Erat behsa jiyana xwe kir û got: “Bi salan bû ev proje di serê min de hebû. Min digot ez ê otêlek bi baxçe çêkim. Kevok li vir di nava xwezaya xwe de dikarin bifirin, dikarin bigerin. Kengê bixwazin dikarin biçin pînikê xwe. Yanî em ji wan re nabêjin hûn neçar in li cihekî bijîn.”

Di otêlê de derdora 700 kevokan xwedî dike. Di nava kevokan de herî zêde cureyên kevokên Amedê hene.

SB-Zuhal Erat - derbarê xwedîkirina kevok,  cureyên wan û buhayê wan de jî got: “Niha li vê derê nêzî 700 kevok hene. Ev hejmar li gorî anîna kevokên nû diguhere. Cureyên kevokên me zêde ne. Ji her bajarî kevok tên. Lê kevokên xwecihî li vir pir in. Gogalag, Kureng, Cîxerî, Narencî, Zeytûnî... Li vir herî kêm 21 cure hene.”

Ji ber ku jiyana bajêr guherî ye û êdî li bajêr xaniyên yek qat û bi baxçe kêm in, gelek kevokvan nikarin di malên xwe de kevokan xwedî bikin. Vekirina otêlê ji bo wan bûye derfeteke baş.

Krîgerê Otêla Kevokan Receb Alîoglu jî got: “Ez ajokar im. Pêşî mesela bîna tunebûn. Baxçe hebûn, xweştir bû. Rihet bû. Ser xanî hebû. Me dikaribû kevok xwedî bikin. Lê niha herder bûye avahî. Niha di avahiyan cîran aciz dibin, malbat, dê û bav aciz dibin. Ev der vebû. Me jî kevokên xwe anî vê derê. Xweştir e. Çêlikên wan heqê xwe derdixe. Buhayê wan ji 10 hezarî bigir heta 20 hezarî heta 100 hezar lîreyê tirk bilind dibe. Heqê kirêya otêlê bi rihetî derdixin.”

Bajarê Amedê li bajarên kurdan navenda herî mezin a xwedîkirina kevokan e. Mêrdîn û Riha jî di xwedîkirina kevokan de serkêşiya bajaran dikin. Lê di aliyê vekirina otêlên kevokan de Amed pêşeng e.

 

Rudaw

Top