• Monday, 23 February 2026
logo

Heyet Tehrîr el-Şam rojava û başûrê Efrînê kontrol kir

Heyet Tehrîr el-Şam rojava û başûrê Efrînê kontrol kir

Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê û Ehrar el-Şam gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin.

Çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn piştrast kirin ku hêzên Heyet Tehrîr el-Şam bajarokê Cindirêsê kontrol kirin û hêzên wan gihiştine rêbenda rojavayê Efrînê.

Ji aliyê başûr ve jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam tevahiya xeta başûrê Efrînê heta rêbenda gundê Tirindê ku niha bi rastî taxeke Efrînê ye kontrol kirine.

Çavkaniyên ku ji herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn tekez dikin ku grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bê berevanî vedikişin û bajarê Cindirêsê bê şer hatiye radestkirin.

Ji vê sibehê ve pêşveçûna çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam rawestiyaye lê tevger li nav bajarê Efrînê bi temamî rawestiyaye û tirs ji êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam bo ser bajêr heye.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

 

 

Rudaw

Top