• Monday, 23 February 2026
logo

Li Erzeromê jinek hat kuştin

Li Erzeromê jinek hat kuştin

 Li navçeya Yakûtiye ya Erzerom a Bakurê Kurdistanê kesekî jina ku pê re dijiya bi kêrê kuşt.

Li gorî nûçeya DHAyê bûyer roja Înê danê êvarê li Taxa Muratpaşa pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin F.I. hat mala A.D.C. ya ku bi hev re dijîn. F.I. yê ku E.I li malê dît, bi kêrê êrîşî her du kesan kir. E.I. ji êrîşê zirar nedît lê A.D.C. birîndar bû.

Jina bi navê A.D.C. hat rakirin nexweşxaneyê lê wê li wir canê xwe ji dest da.

Tîmên ewlehiyê  her du kesên bi navên F.I. û E.I desteser kir û piştî îfadeyê ew hatin şandin bo dadgehê.

Top