Davutoglu bersiva Bahçeli da: Hûn ji halê Kurdan fêm nakin
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, derbarê rexneyên Serokê MHPê Devlet Bahçeli yên derbarê Pirsa Kurd de vîdeoyek belav kir û got: “Ji ber ku hûn nikarin biçin Amedê, hûn nikarin ji halê Kurdan fam bikin.”
Ahmet Davutoglu roja 11ê Hezîranê serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kiribû û di wê serdana xwe de ji bo çareseriya Pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kiribûn.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli, roja Çarşembê 15ê Hezîranê ji ber wê serdanê û axaftinên wî yên derbarê Pirsa Kurd de bi awayekî tund êrîşî Davutoglu kir û ew wek “parêzvanê daxwazên PKKê” tohmetbar kir.
Bahçelî di axaftinên xwe de çend caran ji bo Davutoglu peyva Kurdî ya “Serok” bi kar anî û got: “Serok niha bi awayekî vekirî bi karta xwe dilîze û bi qasî parastina tezên PKKê daketiye. Serok Ahmet belaya Tirkiyê ye, fermanberek e ku tê emirkirin, ew şewatgerekî siyasî ye bi rabirdû û paşeroj xwe re.”
Li beramber wan gotin û axsaftinên Bahçeli, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê YouTube bi vîdeoyekê bersiva Bahçeli da û ew wek “nexweş” bi nav kir û xwest psîkolog li ser wî lêkolînê bikin.
Davutoglu got: “Pirsgirêka we ne zimanê we ye, dilê we ye. Eger min niha akademîsyenî bikira, min dê ji xwendekarekî xwe bixwesta ku li ser we lêkolînê bike. Ez gihiştim encamekê; pirsgirêka we bitenêbûn e. Mirov şîfayê mirovan e birêz Bahçeli. Ji ber hûn tevlî mirovan nabin, wek mînak ji ber ku hûn nikarin biçin Amedê, hûn nikarin halê Kurdan bizanin.”
"Zimanê zikmakî rehma Xwedê ye"
Me got zimanê dayikê. Zimanê zikmakî diyariya Xwedê ye ji mirovan re. Me çi got, me got demokrasî di rêveberiyên herêmî de. Em him li dijî KCK’ê ne him jî li dijî qeyûman. Me çi got, me got pêşketina aborî li rojhilat. Em dixwazin tiştê li rojavayê Tirkiyê li rojhilat jî hebe.
Demek berê kesek hebû ku gul dida serê terorê, niha ji te re dibêje hevalê min. We ji bo şandina nameyekê bo Îmraliyê bo serkeftina di hilbijartinekê de tiştek negot. Dema em dikevin 100 saliya komara me ya li Tirkiyê, pêwîstî bi siyaseteke paqij heye.
Rudaw
