• Thursday, 21 May 2026
logo

Encumena Wezîran ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive

Encumena Wezîran ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive

Encumena wezîran ya Kurdistanê dê civîna xwe ya heftane bi serokatiya Mesrûr Barzanî pêk bîne.

Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15 Hezîrana 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî civîna xwe ya asayî dike.

Li gor karnameya civînê, ev babetên li jêr tên gotûbêjkirin:

- Encama serdana şanda Herêmê bo Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal li Bexdayê, taybet bi raporta tîma hevbeş a çavdêriya darayî.

 - Şandina sêyemîn raporta taybet bi yasaya çaksaziyê bo Parlamentoya Kurdistanê.

- Reşnivîsa Komîta Bilind a Çareserkirina Pirsgirêka Mulkdariya Kirîstiyanan.

  • Pêşniyara dirêjkirina heyama karkirina bi biryara Encumena Wezîran (132) ya taybet bi kêmkirina rêjeya % 15 ji wan pêşîneyên ku hikûmet pêşkêşî welatiyan dike wek (pêşîneyêm xanûber, qerzên biçûk, pêşîneyên Banka Çandiniyê û pêşîneyên pêşesazî û geştiyarî), Peywirên darayî yên kombûyî yên Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, destebera civakî, sizakirina derengmayînê û sûd li ser bacan.

Basnews

Top