• Monday, 23 February 2026
logo

`Hêzên Rûsî ji Til Rifetê venekişiyane`

`Hêzên Rûsî ji Til Rifetê venekişiyane`

Îro Sêşemê çavkaniyekê ku ji nav bajarê Til Rifet taybet bo Tora Medyayî ya Rûdawê di derbarê rewşa bajêr de dîmen kişand û şand tekez dike ku rewşa li nav bajêrê Til Rifetê normal e û Rûs ji bajê venekişiyane.

Tora Medyayî ya Rûdawê dimen û zanyariyên herî nû ji nav bajarê Til Rifetê yê navçeya Şehba li bakurê Helebê belav dike. Çavkaniya ku dîmen ji bo Rûdawê şandine tekez dike ku rewşa li nav bajêr asayî ye û hêzên Rûsî jê venekişiyane.

Hin çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ragihandibûn ku hêzên Rûsî ji nav Til Rifetê vekişiyane, lê koçberekî Efrînî ku li Til Rifet niştecî ye, ji Rûdawê re axivî û ev yek red kir.

Koçberê Efrînî yê li Til Rifetê ragihand “Ez penaberê Efrînî me û li Til Rifetê bicih dibim. Wek ku terorîst li ser medya civakî li ser Facebook û Whatappan dibêjin, ez bi xwe li vê derê me. ti kes ji vir derneketiye. Vê îdiaya ku Tirk belav dikin û dibêjin Rûs ji Til Rifetê vekişiyane, ev tişt ji kok ne rast e. Rûs li cem me ne û xwe bicih kirine.”

Koçberî Efrînî herwiha got, hêzeke mezin li navçeyê ye û rewş li nav bajêr aram e.

Koçberê Efrînî diyar kir “Wekî berê tiştek tine. Jiyan normal e. bangawaziya min ji miletê Kurd re, tiştek wisa tine. Eger di nav hewqas hêzan de êriş bikin werin li me bixin û me ji vir derxin, bila werin, kerem bikin.

Bajarê Til Rifet ku navenda kargêrî ya navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ye, bajarekî bi piraniya xwe Erebnişîn e. Lê li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, nêzî 25 hezar koçberên Efrînî li Til Rifet niştecî ne.

 

 

Rudaw

Top