Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer: Kuştî û birîndar hene
Li gundewarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser dabeşkirina genimê Kurdên Efrînê şer û pevçûn derketiye û di encamê 3 kes hatine kuştin 4 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Îbrahîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, roja Sêşemê, 14ê meha Hezîranê de, li gundê Firêriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê, di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.
Îbrahîm Şêxo nîşan bi wê yekê da ku, ew şer û pevçûn bi sedema nakokiya grûpên çekdar bûn, derbarê dabeşkirin mûsimê îsal ji berhmên çandiniyê yên genimê Kurdên Efrînê.
Herwiha Şêxo da zanîn ku di encamê de jî 3 kes ji Eşîra Cemelan hatin kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Çekdarên ku di wî şerî de beşdar bûn, yên grûpa bi navê Emşat ji Eşîra Cemelan ên gundewarê rojhilatê bajarê Hemayê, li aliyekî, û hinek çekdarên ji bajarokê Encare yê ser bi gundewarê navçeya Semaan Xerbî, ji malbata Salim in.
Rewşa aloz li gundê Firêriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê, heta şeva Sêşemê jî aloz bû. Hevdem çekdarên grûpa bi navê Hemzat ji ber wê rewşê ketine amadebaşiyê.
Rudaw
