‘Tirkiye avê wek çekekê li hember Rojavayê Kurdistanê bikar tîne’
Li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê av bi tankeran li ser malên welatiyên tê dabeşkirin. Ev herêmên ku li Sûriyê yên herî bi avê zengîn bûn, niha ji ber krîza kêmbûna avê dinalin. endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Gêlo Îsa, ji Rûdawê re diyar kir ku Tirkiye avê wek çekekê li hember xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikar tîne.
Hişkesaliya îsal ku li gorî pisporan, ji 70 salî ve li herêmê rû nedabû û her wiha qutkirina car bi car a ava Çemê Feratê yan jî kêmkirina rêjeya wê ji aliyê Tirkiyê ve Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê xistine jêr metirsiya krîza kêmbûna avê.
Ji Kobanî endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Gêlo Îsa, ji Rûdawê re diyar kir ku Tirkiyê avê wekî çekekê li hember xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikar tîne.
Gêlo Îsa got, “Dewleta Tirk bi temamî şêweyan dixwaze astengiyan ji xelkê Rojava re derxe, di asta ewlekariyê û her wiha dixwaze jiyana xelkê ser asta aborî jî lawaz bike, ji ber vê car caran ava Çemê Firatê li ser vî xelkî qut dike. Ava Çemê Firatê li gor zagonên navneteweyî mafê xelkê Sûriyê û Iraqê jî di wê avê de heye lê Tirkiye dewletekî serberdayî ye, guh nade vê yekê. Niha jî ava Çemê Firatê qut kirine, ev yek jî ji du aliyan ziyanê digihîne civakê.”
Gêlo Îsa her wiha ji Rûdawê re destnîşan kir ku Tirkiyê avê wekî çekek li hember xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikar tîne.
Endamê Polîtbîroya PDKS Gêlo Îsa anî ziman, “Her wiha 3 bendav li ser vê avê hene, lê ev bendav jî gava ku av kêm dibe, kar nakin, ev jî pirsgirêkên elektrîkê derdixe. Ev yek civaka me diêşîne, pîşesazî jî li ser elektrikê ye. Tirkiyê avê wekî çekek li hember xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikar tîne ji bo ku jiyana xelkê reş bike.”
Qutkirina Tirkiyê ya car bi car ji ava wêzgeha Elok re ku nêzî 1 milyon kes li bajarê Hesekê û derdora wê jê vedixwin, hokarekî din e ku krîza kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê tundtir û kûrtir dike.
Rudaw
