• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragihand

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragihand

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdarî yê PKKê derbarê şer û pevçûnên dawî de amarên nû belav kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro 12ê Hezîrana 2022yê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, li navçeya Operasyona Pençe-Kaplan a di nav axa Herêma Kurdistanê de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniya wezaretê ji doh heta îro bi giştî 4 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di encama êrîşên “Operasyona Pençe-Piling” a artêşa Tirkiyê de heta niha 220 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihandiye, li Bakurê Kurdistanê bajarên wek Şirnex û Colemêrg herêmên Metîna, Zap û Avaşîn di navbera gerîlayên wan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketine.

HPGê diyar kiriye, di pevçûnan de 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe de HPGê dibêje Di 31ê Gulanê de leşkerên Tirkiyê di navbera gundên Osyan û Aqîrê yê herêma Bestayê li Şirnexê, bûne hedefa hêzên wan.

Li gor daxuyaniya HPGê li herêma Bestayê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê herî dawî di 17ê Nîsana îsal de operasyoneke nû bi navê operasyone Pence-Kilîd daye destpêkirin ku hêj berdewam e û hêzên Tirkiyê çendîn kîlometreyan derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.

 

Rudaw

Top