• Thursday, 21 May 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Dûr nîne ji ber PKKê şeqama Seholeke jî bê mûşekbaran kirin

Berpirsekî YNKê: Dûr nîne ji ber PKKê şeqama Seholeke jî bê mûşekbaran kirin

Çalakiyên PKKê yên li sînorê Silêmaniyê û bin desthilata YNKê de her diçe zêde dibin. YNK jî nîgerane û li gor YNKê tişta PKK dike dûr nîne bibe sedem şeqama Seholeke ya Silêmaniyê jî bê mûşekbaran kirin.

Duh xwepêşandana endam û alîgirên PKKê li bajarê Silêmaniyê li şeqama Seholeke birêve çû û pevçûn di navbera wan û hêzên ewlehiyê de pêkhat. Encamê de bi gaza rondikrêj ve xwepêşanderên PKKê hatin belav kirin. Ew xwepêşandan di qerebalixiya Seholeke de hat kirin û ji ber wê jî beşek zêde ya dukandarên Silêmaniyê naçar man çend demjimêran dukanên xwe bicîh bihêlin. Ji ber wê jî YNK nîgerane û bi fermî PKK agahdar kiriye çalakiyên xwe bibin derveyî Silêmaniyê.

Cîgirê berpirsê malbenda YNKê li Silêmaniyê Cebar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger hemwelatiyên Kurdistanê daxwazekî wan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe, ji yekeyên îdarî yên parêzgeha Silêmaniyê moletê werdigrin. Lê eger xwepêşandanekî ku piraniya wê kurdên Bakurê Kurdistanê bin û pirsgirêk derveyî Kurdistanê be û daxwazên xwe ji civaka navnetewî bike, wê demê cîhê herî baş li pêş ofîsa Netewên Yekbûyî ye ku bigehînin cîhana derve. Ji bo wê jî bi awayekî hemdemî û bi nivîs divê pêşkeş bikin ji ofîsa Silêmaniyê re, lê cîhê qerebalixî û cîhê kasibiya xelkê xwepêşandan bê kirin, ew nîgeranî û acizîya xelkê jê çêdibe. Ji ber jiyana xelkê li ser wê ye û têkdana jiyana xelkê dibe cîhê nîgeraniyê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Em wek hestekî netewî rêz li hemû parçeyan digrin, lê bi mercê ku ew daxwaz nebin sedemê têkdana sîstema giştî ya Kurdistanê. Ji ber wê divê ew gruba PKKê ku çend careke xwepêşandanê dikin, eger dizanin bandorê li ser civaka navnetewî nake, êdî xwe nabe wisa berdewam bike. Ji ber bila li bîra me neçe Tirkiye gelek caran bi rêya dronan armancên xwe pêktîne, ku hin car cîhên sivîl jî dide. Ji ber wê jî xelk ditirse û dûr nîne ku dubare bûna wê rewşê li Seholeke jî pêkbê û Seholeke jî nebe armanca êrîşa wan.’’

 

Basnews

Top