• Thursday, 21 May 2026
logo

Çînê hişyarî da Amerîkayê: Em dê bê dudilî şer ragihînin

Çînê hişyarî da Amerîkayê: Em dê bê dudilî şer ragihînin

Wezîrê Berevaniya Çînê Wei Fenghe di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin re got “Eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne, emê bê dudilî şer ragihînin.”

Roja Înê, 10-6-2022, Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Çînê li Lûtkeya Berevaniyê ya Sîngapurê civiyan; Ev yekemîn hevdîtina rû bi rû ya her du wezîran e. Waşîngton Çîn bi hewldana guhertina helwesta Taywanê tometbar dike, lê Çîn dibêje ku Amerîka hewl dide aloziyê li herêmê çêbike.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Çînê Wu Qian ragihand ku Wezîrê Berevaniya Çînê Wei Fenghe di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin de jê re gotiye, "Eger Taywan serxwebûna tevahî ragihîne, Pekîn dê bê dudilî şer ragihîne."

Li gorî WuQian, Wezîrê Berevaniya yê Çînê Wei Fenghe Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin tekez kiriye û gotiye "Em ê her hewldanek ji bo Taywanek serbixwe têk bibin û yekser dest bi yekkirina welatê xwe bikin."

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Çînê di hevdîtinê de diyar kir "Taywan milkê Çînê ye û bikaranîna Taywanê ji bo serweriya Çînê dê ne pêngavek serkeftî be."

Taywan giraveke xweseriya demokratîk a serbixwe ye ku li başûrê rojhilatê Komara Çînê ye. Di sala 1912an de serxwebûna xwe ragihand û niha ji aliyê Vatîkan û 13 welatên din ve weke dewleteke serbixwe tê dîtin. Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ji ber nakokiyên xwe yên ligel Çînê heta niha nekarîne serxwebûna Taywanê bi temamî nas bikin.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê daxwaz ji hevtayê xwe yê Çînî kiriye ku liv û tevgerên xwe yên leşkerî li derdora Taywanê bi dawî bînin, ji ber ku li gor Pentagonê, tevgera leşkerî ya Çînê nîgeraniya li ser ewlehiya Taywanê çêkiriye.

Li gorî rayedarên Amerîkî û hinek welatên rojavayî, Çînê liv û tevgera xwe ya leşkerî li derdora Taywanê zêde kiriye û metirsiya êrişê li ser wî welatî zêde kiriye.

Di heman demê de, karbidestên Çînî dibêjin, divê Amerîka alîkarîyên serbazî yên bo Taywanê rawestîne û êdî bi çek û pêdawîstiyên serbazî re mijûl nebe.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dema ku Serok Joe Biden di 6ê Nîsanê de dest bi wezîfeyê kir, Dewletên Yekbûyî bi bihayê 95 milyon dolar çek, perwerdehiya leşkerî û xizmetên din ên leşkerî firotiye Taywanê.

 

Rudaw

Top