• Thursday, 21 May 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazek arasteyî civaka navdewletî kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazek arasteyî civaka navdewletî kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşa terorîstî ya ser rêya Hewlêr – Pîrmam şermezar kir.

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin, ku ev jî bandoreke mezin li ser seqamgîriya navçeyê bi awayekî giştî dike.”

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Em bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku şeva çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan bi droneke bombekirî bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de hat kirin û ji ber wê çend welatiyên sivîl birîndar bûn û çend otomobîlan jî zirar dîtin.

Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku dubarebûna vê kirdeya terorîstî zirar dide seqamgîriya asayîş û rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û xizmeta dijminên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê weke hemû carekê piştgiriya wê yekê dike, ku hevahengî û hevkariya navbera dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê zêdetir were tundkirin bi mebesta dîtina wan kes û aliyên ku destê wan di êrîşên van cûreyan de heye, herwiha em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin, ku ev jî bandoreke mezin li ser seqamgîriya navçeyê bi awayekî giştî dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

9ê Hezîrana 2022an

Top