• Thursday, 21 May 2026
logo

Wezîrê Elektrîka Iraqê: Em dikarin paşerojê de gazê ji Kurdistanê bikrin

Wezîrê Elektrîka Iraqê: Em dikarin paşerojê de gazê ji Kurdistanê bikrin

Duh 10.06.2022yê Wezîrê Elektrîka Iraqê di pêşangeha Wuze ango enerjiyê ya Bexdayê de ragehand, pêwîste hikûmeta federal a Iraqê ji bo tejî kirina pêdiviyên navxwe sûd ji gaz a Kurdistanê wergire û di paşerojê de gazê ji Kurdistanê bikire.

Wezîrê Elektrîka Iraqê Adil Kerîm ji K24ê re ragehand, Iraq pêwîstiya wê bi hilberîna sektora gazê ye û di wê demê de jî nikare pêdiviya navxwe tejî bike. Ji ber wê pêwîste hikûmeta Iraqê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê hemahengiya wê hebe û sûdê ji gaza Kurdistanê wergire.

Herwaha got, ji paşerojê eger hilberîn bê kirin, dibe ku gaz beşa pêdiviya Iraqê jî bike. Eger Kurdistan gazê berhembîne, ew dikarin gazê ji Kurdistanê bikirin, ji ber ku di salên pêş de pêdiviya gazê dê zêdetir be, li gor pêwîstiya naha heyî.

Herwaha got, hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê heye û şîrketên mezin di wî warî de kar dikin, hêvîdarin di paşerojê de karê hevbeş em bikin û hemahengiya zêdetir hebe.

 

Basnews

Top