Amerîka têkildarî êrîşa ser Rojava: Me bi zelalî ji Tirkiyê re got
Bedevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê da ragihand, ew ji tundbûna çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê gelek dilgiran in û tekez kir, Waşingtonê bi zelalî dilgiraniya xwe gihandiye hikûmeta Tirkiyê. Ned Price tekezî li ser pabendbûna aliyan bi agirbesta sala 2019ê kir û got, “divê Tirkiye pabendiyên xwe pêk bîne.”
Di konferanseke rojnamevanî de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zalle da ku jê pirsî ‘gelo têkildarî firotina firokeyên F-16 bi Tirkiyê ti guhertinek di helwêsta we de çê bûye’, û got: “Em berdewam dibin li ser gotûbêjên bi hevpeymanên xwe re ji bo ku çawa em bikarin wek hevpeyman bi hev re kar bikin.Tirkiyê neveşartiye ku dixwaze zêdetir bernameya F-16 pêş bixe, ew jî tiştek nîne ku em bixwazin li ber çavê raya giştî li ser biaxivin.”
Di debrarê egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û karvedana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) ku gotibû, ‘eger Tirkiye êrîş bike divê sîstema berevaniya Sûriyê asmanê navçeyê biparêze’ û ew rê didin wê yekê, peyamnêrê Rûdawê ji Ned Price pirsî gelo helwêsta Amerîkayê derbarê wê yekê de çî ye?
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, hewletsa wan her a berê ye, ew gelek dilgiran in ji tundbûna çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê, bi taybetî ku bandora xwe li xelkê sivîl bike, ew dixwazin agirbesta 2019 bimîne û her aliyek rêzê li wê agirbestê bigre. Bi gotina Ned Price, Waşingtonê dilgiraniya xwe derbarê mijarê de gihandiye hikûmeta Tirkiyê.
Ned Price li ser heman mijarê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me tekez kiriye ku em gelek ji gotûbêjên derbarê egera tundbûna çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê nîgeranin, bi taybet bandora wê li ser xelkê sivîl li wê derê. Em di piştevanîkirina wan xetên agirbestê de ku niha hene berdewam dibin. Em her pêngavekê şermezar dikin ku eger heye wê rewş bixe metirsiyê. Em wiha bawer dikin ku giring e hemû alî navçeyên agirbestê biparêzin û rêzê lê bigrin bi awayekî bingehîn, daku istiqrara li Sûriyê pêş bikeve û herwiha kar were kirin ber bi arasteya çareseriyeke siyasî bo vî şerî.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, her operasyonek li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bihê kirin, dê ziyanê bigihîne hewlên hevbeş ên li dijî DAIŞê û hewlên pêşvebirina aramiya siyasî jî lawaz dike. Ned Pride tekez kir, weke wan berê jî gotiye “divê Tirkiye pabendiyên xwe yên di çarçoveya agirbesta 2019ê de pêk bîne, di nav de jî rawestandina hemû operasyonek li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, her pêngaveke nû berovajî wan xetên agirbestê dê ziyanê bigihîne, ziyanê bigihîne hewlên hevbeş ên di şerê dijî DAIŞê de û herwiha dê ziyanê bigihîne hewlên me yên bo pêşxistina istiqrara siyasî ya li Sûriyê jî.”
Peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zalle herwiha ji Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsî, “rêveberiya berê ya Amerîkayê jî berî êrîşa dawî ya Tirkiyê ya bo ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman daxwaz li beramber Tirkiyê dubare dikir, lê em dizanin ku Tirkiyê guh neda wan daxwaziyan, gelo tu geşbînî ku daxwaza we ya vê carê ti cudahiyeke wê hebe”?
Di bersiva vê pirsê de, Ned Price Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin, ew dixwaze geşbîn be li beramber wê rewşa ku heye û tekez kir, “Ya em dikarin bikin ev e ku em zelal bikin pêgeha Amerîkayê bi çi awayî ye, ev tiştek e ku derfet ji bo em çêbûye ku bi hevbeşên xwe yên Tirk re li ser asta bilind derbarê mijarê de biaxivin. Me bi zelalî dilgiraniya xwe li beramber her êrîşeke nû bo ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê gihandiye wan.”
Rudaw
