NATO xwe ji bo egera 'şerekî demdirêj' amade dike
Rahênana serbazî ya NATOyê li Deryaya Baltikê %30 ji ya sala par mezintir e. Nêzîkî 1800 serbaz û 250 otombîlê zirxpoş ên 8 welatên NATOyê ne li deştên Simardan li Romanyayê rahênanê dikin.
Rahênana serbazî ya du hefteyî ya NATOyê li Deryaya Baltikê ku bi beşdariya 45 keştî û 76 balafirên şer ên 16 welatan birêve diçe, di nav 16 welatan de Fînland û Swêd jî hene, ku daxwaza endambûna NATOyê pêşkêş kirine û tirs heye di egera bi endambûnê de Rûsya bersivê bide.
Cîgirê Fermandeyê NATOyê Leves Lancaras dibêje: “Armanca vê rahênanê ew e ku şiyanên NATO û hevbeşên wê ji bo parastina xaka xwe ku sînorên deryayî jî di nav de ye, derxîne. Ji vir ez dixwazim tekez bikim ku şiyanên NATOyê di vî warî de bi hemû endamên NATOyê ve girêdayî ne, gelekî pişt bi hevbeş û welatên din dibestin ku dixwazin ligel NATOyê kar bikin.”
Rahênana serbazî ya NATOyê %30 ji ya sala par mezintir e. Hefteya bori Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg li Washingtonê bû. Hişyarî da ku şerê Ukraynayê dirêj dajo. Ji ber wê divê xwe ji bo hemû egerekê amade bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg dibêje: “Sirûşta şeran nayê pêşbînîkirin. Ji ber vê yekê divê em xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin. Çinku em dibînin ku ev şer bûye şerekî qirkirinê ku Ukraynî ji bo parastina welatê xwe li qada şer berdêlên giran didin.”
NATO ango Hevpeymaniya Atlantic a Bakur Nîsana 1949an hat damezrandin. Wê demê 12 endamêm wê hebûn, niha 30 endamên wê hene. Lê daxwaza endambûna welatên cîranên Rûsyayê rastî astengiyan hatiye ku Kremlîn bo ser asayîşa xwe wek gef qebûl dike.
Rudaw
