• Monday, 23 February 2026
logo

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê dicive: Êrîşa ser Rojava mijareke civînê ye

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê dicive: Êrîşa ser Rojava mijareke civînê ye

 Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive, û tê çaverêkirin operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînê be, herwiha mûçeyên karmendan û sererastkirina zêdebûna kirê jî di rojeva civînê de ye.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê 6ê Hezîrana 2022ê demjimêr derdora 15:00ê piştî nîvro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Li gor agahiyan tê çaverêkirin ku di civînê de mijara serekî rewşa aborî ya Tirkiyê be û ligel mûçeyên karmendan dê tedbîrên derbarê zêdebûna enflasyonê û bihabûna kelûpelan de bên gotûbêjkirin.

Herwiha sererastkirina zêdebûna kirêyan li Tirkiyê jî mijareke civînê ye.

Tevî van mijaran tê çaverêkirin ku operasyoneke nû ya bo ser Rojavayê Kurdistanê jî bibe mijara civînê.

Tê çaverêkirin piştî civînê, Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de biryarên hatine wergirtin eşkere bike.

 

Rudaw

Top