• Monday, 23 February 2026
logo

Di rojekê de 3 kesan li bakurê Sûriyê xwe kuştiye

Di rojekê de 3 kesan li bakurê Sûriyê xwe kuştiye

Di rojekê de sê rewşên xwekuştinê li bajar û bajarokên bakurê Sûriyê hatine tomarkirin ku yek ji wan jin û du kes jî zilam in.

Li gor çavkaniyên xwecihî, kesekî temen 50 salî li bajarê Helebê xwe bi ciftê kuştiye, herwiha jinekê li bajarokê Dergoşê yê Idlibê bi xwarina heban xwe kuştiye û gencekî jî li bajarê Ezazê xwe ji qata duyem ê avahiyekî avêtiye xwarê û dawî li jiyana xwe aniye.

Li gor heman çavkaniyan, ji destpêka îsal ve het niha 33 rewşên xwekuştinê li navçeyên cuda yên Sûriyê hatine tomarkirin ku 7 ji wan hewldanên xwekuştinê biserneketine.

Bajarê Helebê niha di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye û piştî nemana şer rewşa wê aram bûye.

Bajarokên Ezaz û Dergoş jî di kontrola komên çekdar ên opozîsyona Sûrî yên ser bi hikûmeta Tirkiyê de ne.

 

 

Rudaw

Top