• Monday, 23 February 2026
logo

Çiyakêşê kurd Renc Omer vedigere Herêma Kurdistanê

Çiyakêşê kurd Renc Omer vedigere Herêma Kurdistanê

Piştî çiyakêşê kurd ku zêdetirî du mehane berê xwe dabû welatê Nepalê ku Ala Kurdistanê bigehîne serê çiyayê herî bilind ê cîhanê yê Everestê, biryare îro bigehe Herêma Kurdistanê.

Hevjîna Renc Omer, Rêjîn Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du mehên borî de Renc li welatê Nepalê bû, ku karî Ala Kurdistanê li ser çiyayê Everestê bilind bike. Herçend Renc li wê derê bi nexwaşiyê jî ket, lê serbilindiye ku karî wê Ala Serok Barzanî dabû wî, li lûtkeya herî bilind a çiyayên cîhanê bilind bike.’’

Herwaha got: ‘’Biryare îşev demjimêr 21.00ê ango 9ê Renc bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ve bigehe Herêma Kurdistanê. Gelek aliyan jî amadekarî kirine ji bo pêşwazî kirina wî çiyakêşê kurd.’’

 

Basnews

Top