• Monday, 23 February 2026
logo

NY hişyarî da: Germahî dê asta standarda cîhanî derbas bike

NY hişyarî da: Germahî dê asta standarda cîhanî derbas bike

 Di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, Neteweyên Yekbûyî ragıhand ku zêdetirî 3 mîlyar mirov di jîngeheke ne tendurist de dijîn û di pênc salên bê de, germahî dê asta standarda cîhanî derbas bike.

Îro 5 Hezîranê ye. Ev roj ji sala 1973an ve ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Cîhanî ya Jîngehê tê qebûlkirin. Armanc ew e ku di derbarê jîngeha gerdûnî de hişyariyê bilind bike û hikûmetan han bide ku pirsgirêkên jîngehê yên wekî qirêjiya hewayê, birrîna daristanan û germbûna gerdûnî kêm bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje zêdetirî sê milyar mirov li cîhanê di jîngeheke ne tendurist de dijîn. Her sal 9 milyon mirov ji ber bandora qirêjiya hewayê zû dimirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, herî kêm mîlyonek ajel û nebat niha di bin xetereya jinavçûnê de ne ku dê di nav çend deh salên pêş de gelek ji wan ji nav biçin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Roja Cîhanî ya Jîngehê de bi peyameke nivîskî diyar kir ku nêzî nîvê hemû mirovahiyê li herêmên xeternak ên jîngehê dijîn.

Ew hişyarî dide ku ji sedî 50 metirsiya germbûna gerdûnî heye ku tenê di pênc salên pêş de ji 1,5 pile derbas bibe ku di Peymana Parîsê ya 2015an de hate pejirandin da ku germahî li gorî demên berî pîşesaziyê ji 1,5 pile zêdetir nebe.

Guterres hişyarî da ku heta sala 2050an salane 200 mîlyon mirov ji ber guherîna keşûhewayê dê koçber bibin.

Li aliyê din, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên mafên mirovan û jîngehê David Boyd di Roja Cîhanî ya Jîngehê de diyar kir ku şer û pevçûn bûne sedema wêrankirina jîngehê û binpêkirina mafên mirovan. Ew dibêje ku şer û pevçûn hejmareke "mezin" ya enerjiyê dixwin û dibe sedema belavbûna gazê, jehrîbûna hewayê, xirabbûna axê û jinavçûna xwezayê.

David Boyd dibêje ku bi şerê li Ukraynayê re hejmareke mezin a welatan plana zêdekirina hilberîna neft, gaz û komirê ragihandine.

 

K24

Top