• Monday, 23 February 2026
logo

Iga Swiatek nasnavê tennisê ya Roland Garrosê bi dest xist

Iga Swiatek nasnavê tennisê ya Roland Garrosê bi dest xist

Yekema cîhanê ya Polonî Iga Swiatek piştî ku yarîzana Amerîkî Coco Gauff têk bir, nasnavê qehremaniya Roland Garros a tennisê bi dest xist.

Îşev di fînala qehremaniya Roland Garros a jinan de Yekema cîhanê ya Polonî Iga Swiatek rûbirûyî yarîzana Amerîkî Coco Gauff bû û bi encama 6-1, 6-3 bi ser ket.

Ev nasnavê duyem a Grand Slam a Swiatek (21 salî) ye ku nasnavê Roland Garros di 2020an de jî bi dest xistibû.

Her wiha ev nasnavê nehemîn e di kariyera wê de ye û yê şeşemîn li pey hev e îsal, piştî birina pêşbirkên Doha, Indian Wells, Miami, Stuttgart û Romayê.

Iga Swiatek di vê werzê tenîsa jinan de serdest e, nemaze piştî xaneşîna ji nişka ve ya yekema cîhanê ya berê Ashleigh Barty.

K24

Top