Hunermendên Sûrî li Bexdayê fîlmên xwe nîşan dan
Hunermendên Sûrî yên wek Durêd Leham (Xewar Toşê), Eymen Zêdan, Selma El Mesrî, Sozan Necmedîn û gelek sînemagerên din li Bexdayê di Hefteya Fîlmên Sûrî de berhemên xwe nîşan dan.
Li Bexdayê hefteya nîşandana Fîlmên Sûriyê li Hola Şanoyê ya Nîştimanî ya Iraqê birêve diçe. 13 fîlmên Sûriyê di bin navê “Ji Bexdayê, ev der Şam e” têne nîşandan.
Lîstikvanê Sûrî Eymen Zêdan kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ez kêfxweş im ku em li Hefteya Filmê Sûrî ne. Em hatin û ligel me hejmarek ji filman hene, da ji xelkên xwe yên Iraqê re, çend çîrokan vebêjin, ku di van filman de wêneyên wan hatine kêşan, derbarê salên şerê dijwar ku, em tê re derbas bûn. Ev pêşwaziya germ, helbet hestekî li cem me dirust dike ku em di nav kesûkar û xoşewîstên xwe de ne. Bi her hawî pêwendiyên navbera me û biyarên me yên Iraqî, bi dirêjiya dîrokê kûr in û bi saya Xwedê her wê bimînin. Hêvî dikim em van hevdîtinan xurtir bikin û em çaverêyî hatina dahênana Iraqî ne, li Sûriyê."
Ji welatê yasemînê bo welatê darxurmeyan, hunermendên Sûrî behsa şahî û kêfxweşiya xwe dikin, ku bi vî awayê germ pêşwazî ji aliyê hikûmetê ve, ji wan re hate kirin.
Ev mêvandarî piştî derbasbûna 40 salan hatiye pêkanîn.
Lîstikvan Selma Misrî anî ziman, "Helbet hestê me bi şahî û hezkirina ji we re, derbarê pêşwaziya we ji me re û mêvandariya me, çiqas behsê bikim, nikarim hestên xwe derbibirim. Gelek spas û hezkirin ji bo we û spas li ser vê xelatkirinê. Ev yek wê ji min re medalyayek be, ji Bexdayê bo Şamê."
Lîstikvan Sûzan Necmedîn got, "Bexda û Şam cêwî ne, di warên dîrokî, rewşenbîrî û şaristanî de, ji hev cuda nabin. Bi saya Xwedê, ev destpêşxerî, di navbera hedu welatan de, wê biber be."
Çalakî bi pêşkêşkirina fîlma "Şam-Heleb" ya bi lîstikvaniya Durêd Lehham û derhêneriya Basil Xetîb dest pê kir.
Dê li Hola Şanoyê ya Nîştimanî ya Iraqê, 13 filmên Sûrî di çarçoveya Hefteya Fîlmên Sûrî de werin nîşandan.
Rudaw
