Lîstikvanekî Iraqî ku rastî êrîşekê hatibû canê xwe ji dest da
Lîstikvanê berê yê Iraqê Heyder Ebdulrezaq îro Yekşemê ji ber giraniya birînên xwe û pêketina bi taya xwînberbûnê canê xwe ji dest da.
Roja 31ê Gulanê, komek ji kesên rûgirtî li devera Qadisiye ya li navenda Bexdayê êrişî Heyder Ebdulrezaq kiribûn û bi dar, kêran û lûleyên metalî li serê wî û hemû laşê wî dabûn. Piştre jî ew tûşî taya xwînberbûnê bû û îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Heyder Ebdulrezaq, sala 1982an de ji dayîk bûye, lîstikvanekî navdar e Hilbijardeya Netewî ya Futbola Îraqî ye û ew yek ji wan beşdaran bû ku ji bo cara yekem di dîroka Iraqê de nasnavê Kupaya Asyayê ya sala 2007ê de bi dest xistibû.
Her wiha Heyder Ebdulrezaq beşdarî gelek pêşbirkên herêmî, Erebî û parzemînî bû, ji bilî pisporiya xwe di gelek tîmên Erebî û Kendavê de.
K24
