Artêşa Sûriyê hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike
Tevgerên serbazî yên Tirkiyê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ligel gefên berdewam bi encamdan êrîşeke serbazî bo ser navçeyên sînorî, hêzên hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê jî xistine nav tevger û amadebaşiyê. Li gorî xanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, her yek ji hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê hêzên zêde şandine navçeya Şehbayê.
Hêzên hikûmeta Sûriyê bi şêweyekî sereke li balafirxaneya Minix hatine bicîkirin. Polîsên serbazî yên Rûsyayê jî xal û binkeyên xwe li nav bajarê Til Rifat û derdora wî zêde kirine.
Li ser asta helwestên siyasî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka careke din dilgiraniya Washington li beramber her êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr destê HSD de diyar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dibêje "Hefteya borî dema ew pêşniyaz yekem car hate pêş, me got em pir dilgiran in derbarê danûstandinên derbarê egera zêdebûna çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê, bi taybet bandora wê li ser sivîlên wê navçeyê. Her weku me got, em di piştevaniya wan xêzên agirbestê de ku heta niha hebe berdewam dibin. Em her zêdekirina aloziyekî ku dibe vê yekê bixe jêr metirsiyê şermezar dikin."
Ned Price got jî, pêwîst e hemû alî navçeyên agirbestê biparêzin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ragihand "Baweriya me ew e ku divê hemû alî navçeyên agirbestê biparêzin û rêzê lê bigirin bi şêweyekî bingehî, da ku aramî li Sûriyê berû pêş biçe û her wiha kar bê kirin bi aresteya çareseriyeke siyasî ji bo vî şerî. Em di wê baweriyê de ne ku her hewleke berûvajî vê bê dayin li dijî armancên me ye ku em dixwazin şerê Sûriyê li ser asteke berfirehtir bidawî bînin."
Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, Amerîka daxwaz li Tirkiyê dike ku ti operasyonan encam nede. Li hember jî daxwaz li HSDê dike ku kesên ne Sûrî ji navçeyên wê bên derxistin û ti provogasyonên serbazî wekî teqekirin û topbarankirin li dijî hêzên Tirkiyê neyên kirin
Rudaw
