• Monday, 23 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê rêjeya mirina bi Koronayê bûye sifir

Li Herêma Kurdistanê rêjeya mirina bi Koronayê bûye sifir

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, zêdetirî mehekê ye ti haleteke mirina bi Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin û rêje bûye %0.

Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê bûye sifir (%0). Zêdetirî mehekê ye ti haleteke mirina ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.”

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir: “Herêma Kurdistanê di asta welatên pêşketî de nimûneya serkeftinê bûye di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de. Piştevanî û xemxuriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hevahengiya aliyên pêwendîdar, faktora sereke ya serkeftina bi ser nexweşiya Koronayê de bûye.”

Berzincî got: “Em destxweşiyê li bijîşk û karmendên tendirustiyê dikin, ku bi bê rawestan û bi ruhê canfîdayî di rêzên pêş ên rûbirûbûnê de bûn.”

 

K24

Top