• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan cihên operasyona li dijî Rojava aşkere kir

Erdogan cihên operasyona li dijî Rojava aşkere kir

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de behsa êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em dê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin.”

Erdogan ji ber alîkariyên bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rexneyên tund li hejmarek welatên Ewropayê girt û got, “Ew dewleta bê beramber çek û pêdiviyên leşkerî dide rêxistina terorê û ne amade ye bifiroşe Tirkiyê, ne dewleta hiqûqê lê navê dewleta terorê heq dikin.”

Serokkomarê Tirkiyê navê  welatên wek Swêd, Finland, Almanya, Fransa û Holanda anî û ew welat bi wê yekê tohmetbar kirin ku “alîkariya terorê” dikin û got, welatên ku dixwazin bibin endamê NATOyê bêyî îzna Tirkiyê nikarin bibin endam.

Recep Tayyip Erdogan got, “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e. Li wan welatan; Swêd, Finlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serdsteyê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê çadiran vedidin û pere kom dikin. Baş e tevî hemû wan tiştan em çawa divê bêjin kerem bikin werin bibin endam…bêyî îzna Tirkiyê ew welatana nikarin bibin endamê NATO. Pêştir me sedema dijatiya xwe bi mînak û belge nîşan daye.”

 

 

Rudaw

Top