• Monday, 23 February 2026
logo

Li Xurmatû agir berbû dexilûdanê cotkarên kurd

Li Xurmatû agir berbû dexilûdanê cotkarên kurd

Li gundeke ser bi qeza Xurmatû, agir berbû dexilûdanê cotkarên kurd û îsal ev duyem bûyere ku agir berdibe dexilûdanê cotkarên sînorê Xurmatû.

Coktarekî xelkê gundê Tepesewz a ser bi qeza Xurmatû Newzad Kerîm vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî em hatin agahdar kirin ku agir bi dexlê cotkarên sînorê gundê me ketiye û her zû xelkê gund çûn ser zeviyan û dest bi vemirandina agir kirin.’’

Herwaha got: ‘’Piştî dexilûdan gelek şewitî derdora demjimêr 12:00ê şevê agir hat kontrol kirin. Em daxwaz dikin aliyên pêwendîdar wan destên rewş bibînin, ku li pişt şewitandina dexlê cotkarane.’’

Çend rojên borî jî bi heman awayî agir bi dexilûdanê cotkarên sînorê gundê Seywan a ser bi qeza Xurmatû ketibû û bi bûyera şeva borî ve ev dibe duyem bûyera şewata dexilûdanê cotkarên sînorê qeza Xurmatû.

 

Basnews

Top