Li Kerkûkê xwepêşandane û deriye serekî yê avahiya parêzgehê hat daxistin
Li bajarê Kerkûkê, ew kesên ku ji bo şîrketa Nefta Bakur hatibûn perwerde kirin dest bi xwepêşandanê kirin û xwepêşanderan, li pêş deriyê serekî yê avahiya parêzgeriya Kerkûkê dest bi greve kirin û berpirs jî xwe ji daxwazên wan didizin.
Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 01.06.2022yê beşek ji kesên hatine perwerde kirin ji bo şîrketa Nefta Bakur, li pêş avahiya parêzgeha Kerkûkê dest bi xwepêşandanê kirin û xwepêşanderan deriye serekî yê avahiyê daxistine û dest bi greve kirine.
Xwepêşander daxwaz dikin, ku berpirsên bajar guh bidin daxwazên wan, ku di kar de bên bicîh kirin û ji ber berê ji bo wê hatine perwerde kirin, lê berpirsên bajar guh nadin wan daxwazan û xwe jê didizin.
Basnews
