• Monday, 23 February 2026
logo

Ebdulxaliq Talet: Eger rêkeftina Hewlêr û Bexda wekî xwe neyê cîhbicîh kirin dibe ku xirabtir jî be

Ebdulxaliq Talet: Eger rêkeftina Hewlêr û Bexda wekî xwe neyê cîhbicîh kirin dibe ku xirabtir jî be

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li odeya operasyonên hevbeş a Iraqê amaje bi wê yekê dike ku divê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsa Şingalê bê bicîhanîn û ji ber nebûna hikûmetê jî li Bexdayê, pirsgirêka mûçe û budceya lîwayên hevbeş heye.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li odeya operasyonên hevbeş a Iraqê Lîwa Ebdulxaliq Talet ji BasNewê re ragehand: ‘’Heta herdu lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê destbikar dibin, rê ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re hatiye dayîn, bê ku li jorî xwe bipirsin li her navçeyekî pirsgirêk hebe û pêwîstî bi karê hevbeş hebe, cîhbicîh bikin. Ji ber li gelek cîha tevgera DAIŞê heye.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber nebûna hikûmeta nû nikare budce bo wan herdu lîwayan bê dabîn kirin û bendewariya hikûmeta nû tê kirin. Ji ber lîwayên hevbeş pêwîstiya wê bi mûçe heye û hewsengiyekî taybet de pêwîste bo bê cuda kirin. Lê aliyê Iraqê behsa wê yekê dikin ku heta naha pêngavên pêwîst nehatine avêtin ji bo lîwayên hevbeş, ji ber hikûmeta naha ya Iraqê demkî û tenê ji bo derbas kirina karên rojane û demî ye û desthilata wê tine hemû biryaran bide, bi taybet jî derbarê xerc kirina pare û budceyê de.’’

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê odeya operasyonên hevbeş a Iraqê got: ‘’Lê eger niyetekî baş hebe, ew rêgir nîne û em berdewam li gel aliyên pêwendîdar li ser xetê ne. Li Bexda li gel wezîrê berevanî û li gel serfermandarê artêşa Iraqê, ku demekî kurt de kar bi başî birêve biçin û di vê derbarê de pirsgirêk namîne.’’

Ebdulxaliq Talet got: ‘’Pirsgirêka PKKê wekî xwe maye û eger rêkeftina Hewlêr û Bexda wekî xwe neyê cîhbicîh kirin dibe ku xirabtir jî be.

 

Basnews

Top