• Monday, 23 February 2026
logo

Li Qamişlo otomobîlek hate bombebarankirin

Li Qamişlo otomobîlek hate bombebarankirin

Li rojhilatê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê otomobîleke leşkerî hate bombebarankirin. Li gor zanyariyên destpêkê kesek bi giranî birîndar bûye.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand, di bombebarana Tirkiyê de welatiyê bi navê Kesra Melek canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar in.

Hat diyarkirin ku li gundê Sêgirka ya rojhilatê Qamişlo otomobîleke leşkerî bi dronekê hate bombebarankirin. 

Bombebaran di saet 05:28ê êvarê hate kirin.

 

Rudaw

Top